Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama 10 salan de nêzî 5 H‌ezar kes li Îranê hatine darvekirin

10:48 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di 10 salan de rejîma Îranê nêzî 5 Hezar kes îdamkirine ku ev nîşana vê yekê ve ku rejîma Îranê xwediyê zêdetirîn rêjeya îdam kirinê li cîhanê de ye

Pêka rapora Organa Komek ji Çalakvanên Mafê Mirovî ya Îranê “Hêrana”yê di heyama 10 salên derbasbûyî yanî li sala 2013an heta 2023 bi gelemperî 4 Hezar 829 kes li Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

Herwisa “Hêrana”yê daye zanîn ku, piraniya kesên ku hatine darvekirin zilam bûne û nîviya wan kesan bi tohmetên pêwendîdar bi kirîn û firotina “Madeyên Hişber” berê hatibûne binçavkirin û cezadan herwisa eşkere jî kiriye ku 41 kes jî zarok bûne û di bin temenê 18 saliyê de bûne.

Rêjeya amaran bi berdewamî zêde dibe bi taybet li îsal de ku li meha Banemerê heta niha aliyê kêm her heftiyê 10 kes tên darvekirin.

Li derheq îdamên Îranê li sala 2022an “Mehmûd Emîrî Muqedem” Serokê Saziya Mafê Mirovî ya Îranê daye zanîn ku di 6 mehan de 251 kes li Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

 Herwisa ragihandiye ku di nava kesên hatinî îdamkirin de zêdetirîn qurbanî xelkê Belûç bûne ku dike %27.