Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên Petrokîmiya Dêhloranê xwenîşandan kirin

11:23 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2023

Kedkarên Petrokîmiya Dêhloranê bi daxstina rêya vê petrokîmiyayê, nerizayetiya xwe li hember li ser karderxistina kedkarên xwecihî, nîşan dan.

Roja Pêncşemî 29ê Pûşperê, hejmareke zêde ji kedkarên Petrokîmiya Dêhloranê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember li ser karderxistina kedkarên xwecihî yên vê petrokîmiyayê, rêya hundir bûn a vê petrokîmiyayê daxistin û xwenîşandaneke berfireh lidar xistin.

10 rojan berî niha kedkarên vê petrokîmiyayê bi sedema daxistina vê kompaniyayê nerizayetiya xwe nîşan dabûn, lê Fermandariya Dêhloranê daxistina vê petrokîmiyayê red kiribû.

Du mehan berî niha ve, li petrokîmiya Dêhloranê de kar sekinî bû, lê ji heftiyek berî niha ve dest bi kar kiriye lê hejmareke zêde ji kedkarên xwe yên xwecihî li ser kar derxistine.

kedkarên Petrokîmiya Dêhloranê li kompaniyên girêbestkar ên vê petrokîmiyayê de kar dikin, lê bi sedema derxistina kedkaran li karê wan û xwenîşandana nerizayetiyê, niha kar li piraniya beşên vê petrokîmiyayê de sekiniye.