Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesên derfetçî bi berdewamî jîngeha Kurdistanê têk didin

11:27 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2023

Li derdora bajarê Merîwanê kesên dije jîngeh û derfteçî jîngeha deverê têk didin.

Pêka wêne û vîdyoyên Encumena Keska Çiya ya bajarê Merîwanê hin kesên dije jîngeh û derfetçî daristanên “Esrava” ku milkê ti kesekê nîne, bi awayekî serberedayî bi hin kesên din re difiroşin û di encam de niha beşek zêde ji darên wan daristanan hatine birîn û bûne  milkên şexisî.

Ev karê nemirovane û dije jîngeh bi awayekî eşkere tê encam dan û daristanên Kurdistanê ku milkê hemû xelkê ye û di vê bê parastin tê kavilkirin, lê ti navendek hikûmî pêşî ji vê karesatê nagire.

Herwisa hatiye belavkirin ku kesên derfetçî bi awayekî şevane diçin û bi mişarên berqî daran dibirin.

Rejîma Îranê û kesên nezan û derfetçî bi berdewamî derbên giran li jîngeh û samana sirûştî ya Kurdistanê didin û ji aliyek din ve bi dehan xortên me bona parastina wan daristanan canê xwe kirine qurbanî.