Li 93emîn salvegera şehîdbûna rêberê neteweya Kurdistanê Simko Şkak li sala 1309 a Rojî, beranber bi sala 1930 a Zayînî, bi belavkirina wêneyên Simko Şkak li çendîn taxên bajarê Urmiyê de yada wî rêberê şehîd bilind ragirtin.
Ciwanên Kurdperwer û şoreşger ên bajarê Urmiyê bi hevkariya ciwanên azadîxwaz ên neteweyên din li 93emîn salvegera şehîdkirina Simko Şkak bi belavkirina wêneyên Simko li çendîn taxên bajarê Urmiyê, yekîtiya xwe li wî bajarî nîşandan û yada Simko Şkak bilind ragirtin.
Ciwanên bajarê Urmiyê li taxên “Şehreka Îsar, Danişgah ,Terziliya û Welîesir”ê de ew çalakiya banghîjî lidar xistine.
Simko Şkak li 30ê Pûşpera 1309 a Rojî li pîlaneke qirêj a şahê rejîma Îranê de li bajarê Şinoyê, hate terorkirin û digel çendîn xortên şoreşger ên kurd, şehîd bûn.
Ciwanên Bajarê Urmiyê ragihandine ku heta gihîştin bi armancên pîroz ên gelê Kurd, dest ji xebat û tekoşînê hilnagirin û rêvîngên rêbaza şehîdan bi taybet Simko û Qazî û Qasimlo bin.