Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mêhdî Sadiqî yek ji binçavkiriyên şoreşa Jînayê dawî bi jiyana xwe anî

10:58 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2023

Ciwanekî Kurd yê xelkê bajarê Îlamê piştî vê ku di girtîgeha rejîmê de azad bû, dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Şemî 10 Pûşperê “Mêhdî Sadiqî” yek ji binçavkiriyên şoreşa “Jîna”yê ku ji nû ve cezayê 6 meh girtîgeha xwe bi dawî anîbû û roja 29ê Cozerdanê ji girtîgeha navendî ya rejîmê li bajarê “Îlam”ê hatibû azadkirin, dawî bi jiyana xwe anî.

“Hengaw”ê belav kiriye, ku ev welatiyê Kurd çend roj berî niha ji Îlamê ve diçe bo bajarê “Tehran”ê û li roja Şemî 10 Pûşperê her li bajarê  “Tehran”ê dawî bi jiyana xwe aniye.

“Mêhdî Sadiqî” piştî azadbûn ji girtîgehê, di gotûbêjekê de digel “Hengaw”ê ragihandibû, ku li girtîgehê de rastî lêdan û îşkenceyên hovane hatibû, û rewşa derûniya wî têk çûye.

Navbirî berê ji aliyê taya 103 a Dadgeha Kêyferî ya rejîmê li Îlamê bi serokatiya binav dadwer “Elîriza Himetî” bi tohmeta “têkdana nezma giştî” bi 6 meh girtîgeh û lêdana 74 derbên qamçiyan û qedexeya çûnader ji welat heta 2 salan bi ser de hatibû sepandin.

Hêjayê gotinê ye ku navbirî di heyama binçavkirina de ji mafê hebûna parêzer bê par bû.