Di heyama 2 rojan de dehan hiktar ji baştirîn daristanên bajarê Merîwanê di agirê nehezên jîngeha Kurdistanê de şewitîn.
Pêka raporên belav bûyî li rojên 29 û 30 ê Pûşperê beşek ji daristanên derdora bajarê Merîwanê li nêzî gundên “Selesî, Pêle, Kanî Mîran û Sêf” ji aliyê nehezên jîngeha Kurdistanê hatine şewitandin û ev agir bo heyama 2 rojan berdewam bû, mixabin bi dehan hêktar ji baştirîn daristanên Merîwanê jinavçûn û kavil bûn.
Di heyama wan 2 rojan de ku agir gurek zêde girtibû û 6 cihên cuda ji daristanên Kurdistanê di agir de dişewitîn hêzên rejîma Îranê û Navendên Hikûmî yên pêwendîdar ti karek bona kontirolkirina wê agirî encam nedan.
Lê, xelkê xwedî şeref û nîştimanperwer weke her demên berê bi destên vala lê bi îradeyek qahîm karîn piştî çendîn demijmêran bi mandî bûnek zêde li demjimêr 3ê sepêdeha roja 31ê Pûşperê wî agirî kontirol bikin.
Xelkê amade bi hevkariya Encumena Kesk a Çiya ya Merîwanê bi çêkirina 10 tîmên 10 kesî û 2 jî tîmên weke piştevan karîn agir vemirînin.
Herwisa duh roja Înê di dema vemirandina agir de 5 ji welatiyên jîngehparêz yên bajarê Merîwanê yên bi navên “Berzan Pîran, Madeh Nîkpey, Burhan Mekî, Aram Keywan û Seywan Nîkpey” bi sedema agir û teqîna mînê birîndar bûn û bo nexweşxanê hatine veguhastin, lê rewşa tenduristiya wan baş hatiye ragihandin.
Hêjayê gotinê ye ku Navendên Pêwendîdar yên rejîmê sipêdeha îro Şemî 31 Pûşperê bi belavkirina vîdyo û wêneya ragihandiye ku bi balafiran mijûlî vemirandina agir in lê eva di halekê de ye ku serê sipêdê agir bi tevawî ji aliyê xelkê ve hatibû kontirolkirin.
Di heyama mehekê de 100 cih ji derdora bajarê Merîwan û Sewlavayê hatine şewitandin û 1000 hiktar ji daristanên Kurdistanê jinavçûne.