Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê welatiyek din yê Amerîkayê binçav kiriye

11:50 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2023

Rejîma Îranê li berdewamiya binçavkirina xelkê biyanî û bi hincetên çewt û bi armanca bi barimtegirtina wan, welatiyeke din yê Amerîkayê binçav kiriye.

Malpera “Semafor” a Amerîkayê belav kiriye ku 4emîn welatiyê Amerîkayî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û bê îşarekirin bi navê wî kesê binçavkirî, gotiye ku ew binçavkirina hevdem digel danûstandinên Amerîka û rejîma Îranê li ser veguhastina girtiyan hatiye encamdan.

Herwîsa vê malpera Amerîkayê daye zanîn ku binçavkirina 4emîn welatiyê Amerîkî ji aliyê rejîma Îranê ve hewlên dewleta Amerîkayê bo veguhastina girtiyan û kêmkirina dijayetiyên dinavbera Amerîka û rejîma Îranê de aloztir kiriye.

Rejîma Îranê bi barimtegirtina xelkê welatên Rojavayî bi taybet Amerîkayê, hewl dide ku wan girtiyan wek alaveke givaş xistinê li danûstandinan de digel wan welatan bi kar bîne û ew kiryara gemar beşek ji siyaseta rejîma Îranê li hember welatên din e.

Danûstandinên Amerîka digel rejîma Îranê li ser mijarên wek bernameya navkî, mûşekî, veguhastina girtiyan, dorpêç û çend mijarên din de rastî pirsgirêkan û sekinandinê hatiye û rejîma Îranê bi barimtegirtina zêdetir a welatiyên Amerîkayê hewla sepandina zêdetir a daxwaziyên xwe li wan danûstandinan de dide.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî li derheq binçavkirina 4emîn welatiyê Amerîkayê ji aliyê rejîma Îranê ve gotiye: “Bo garantîkirina azadiya welatiyên Amerîkayê ji girtîgehên rejîma Îranê, em hûrdekariyan belav nakin”.