Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosteyek olî yê xelkê bajarê Seqizê bo dadgeha Taybet a Rûhaniyet hat gazîkirin

11:53 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2023

Mamoste Sabir Xudamuradî bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya rejîmê li bajarê Hemedanê hat gazîkirin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya Kurdpa yê Mamoste “Sabir Xudamurad” xelkê bajarê Seqizê û pêşnimêjî taxa “Qewex” ya vî bajarî bo Dadgeha Taybet a Rûhaniya ya rejîmê li bajarê “Hemedan”ê hatiye gazîkirin.

Ev mamosteyê Kurd berê roja Yekşemî 10ê Banemerê, ji aliyê Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya Hemedanê  7 meh û nîv girtîgeh û 74 derbên qamçiyan û ragirtî bo heyama 3ê salan bi ser de hatibû sepandin.

Herwisa roja Çarşemî 6 Banemerê carek din bi hinceta piştevanîkirin ji şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” hatibû banghêjkirin.

Dadgeha rejîmê mamoste “Sabir Xudamuradî” bi tohmeta “Banghêjî dijî rejîmê û têkdana hizra giştî” tohmetbar kiriye.