Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Anthony Blinken: “Em li rawestan li hemberî serkutkariyên rejîma Îranê berdewam in”

12:00 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2023

Wezîrê Derve yê Amerîkayê li civînekê de gotiye ku Amerîka li piştevanîkirin li tevgera nerizayetiya xelkê Îranê û herwisa rawestan li hember serkutkariyên rejîma Îranê berdewam in.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Anthony Blinken” li civîna “Aspên” de li derheq bernameya navkiya rejîma Îranê û kiryarên vê rejîmê li alozkirina Rojhilata Navîn û Ukraynê de nigeraniya xwe nîşan da û tekezî li ser piştevanîkirina Amerîkayê li jinan û nerizayetiyên xelkê Îranê kir.

Herwisa “Anthony Blinken” di gotinên xwe de îşare kiriye ku Amerîka bo rawestan li hember kiryarên tundrew yên rejîma Îranê, ji berê zêdetir digel Alman, Birîtaniya û Firansa bûye heval û hevhizir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê li derheq alozî xistina girûpên cuda li deverê, şandina dironên rejîma Îranê bo Rûsiyê, veguhastina teknolojî û alavên Rûsiyayê bo Îranê û alavên ku rejîma Îranê li serkuta xwenîşanderan de bikar tîne, nigeraniya xwe nîşan daye.