Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saman Yasîn bi belavkirina peyamek dengî daxwaza piştevaniyê ji xelkê dike

12:03 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2023

Saman Yasîn, repêr û avazdanerê binçavkirî û xelkê bajarê Kirmaşanê ku eva zêdetir ji 10 mehan e di girtîgehê de ye û hêj qedera wî nexuya ye, bi belavkirina peyamek dengî li girtîgeha “Recayîşehir” ya rejîmê li bajarê Kerecê tekezî li ser bêtawanbûna xwe kir û daxwaza piştevaniyê ji xelkê jî kir.

Pêka rapora “Hengaw”ê di heyama çend rojên derbasbûyî de “Saman Seydî” naskirî bi “Saman Yasîn” repêr û avazdanerê Kurd yê temen 27 salî û xelkê bajarê “Kirmaşan”ê bi belavkirina peyamek dengî tekezî li ser vê yekê kiriye ku bê tawan e û binçavkirina wî ti binemayek yasayî nine.

Wî hunermendê Kurd li beşek ji peyama xwe de amaje bi guhnedan bi dosyeya xwe ji aliyê bi nav dadwer “Selewatî” dike û herwisa navbirî dibêje ku “Selewatî” parêzerek jêre diyarî kiriye lê niha bixwe rê nade ku ev parêzer serdana dosyeya wî bike.

Saman Yasîn ragihandiye ku mebesta hêzên rejîmê tenê îşkencekirina hindirî ya wî ye û doseyeya wî gelek nedadperwerane bûye.

Saman li beşek din de dibêje her tawanek ku min encam daye eşkere bikin û ger bê tawan im jî bêjin û min azad bikin.

“Saman Yasîn” roja Yekşemî 10ê Rezbera sala derbasbûyî bi sedema piştevanîkirin jî xelkê nerazî yê Îran û Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.