Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

42emîn xwenîşandana Înê ya bajarê zahidanê bi rê ve çû

12:16 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2023

Li berdewamiya xwenîşandanên rojên Înê yên bajarê Zahidanê, li ser daxwaziya “Mewlewî Ebdulhemîd”, xwenîşandana bê deng li vê heftiyê de jî wek heftiya derbasbûyî bi bêdengî hate lidarxistin.

Xwenîşandanên rojên Înê yên taybet bi bajarê Zahidanê, 42emîn xwenîşandana vê, bi rê ve ço û roja Înê 30`ê Pûşperê, tevî rewşa awarte û ewlehiya wî bajarî û qutkirina hêlên înternetê, bi awayê bêdeng, xwenîşandan li dijî desthilatê bi rê ve ço.

Li xutbeya roja Înê de, “Mewlewî Ebdulhemîd” bas ji aboriya Îranê kir û got: “Heta demekê ku siyasetên navxwe û derveyî Îranê neyên çêkirin, eger hemû aborînasên cîhanê jî kom bibin, nikarin rewşa aboriya Îranê ber bi başiyê ve bibin”.

Navbirî binyata pirsgirêkên bingehîn ên Îranê bi siayseta vê ve girêda û got: “Him li warê aborî, him li warê nerizayetiya malnişînkiriyan, mamosteyan, kedkaran û him jî pirsa hicaba jinan, pêwendî bi siyasetê ve heye”.

Herwisa Mewlewî Ebdulhemîd bas ji xweragiriya jinan li dijî hicaba bi zorê û destbikarbûna dubare ya “geşta îrşad” kir û  got: “Jin dixwazin bi rêya nafermaniya medenî, kerbên xwe bidin nîşandan”.