Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberayetiya Hizbê: Gef û êrîşên rejîmê nîşaneya tirsa wan ji îradeya cemawerî ya li navxweyê welat û bilindahiya pêgeh û bandora Hizba Demokrat e

15:13 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2023

Daxuyaniya derheq kombûna Rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî ya Îranê û tevgera mafxwaziya Kurd li Kurdistana Îranê civiya.

Piştînîvroya roja Înê 30ê Pûşpera 1402 a Rojî, (21ê Tîrmeha 2023) kombûna rêberiya PDKÎ bi beşdariya piraniya endamên rêberiya Hizba Demokrat li Kurdistanê û sekînandina bîstek bêdengî ji bo rêzgirtin li yad û bîra şehîdên Kurd û Kurdistanê hate despêkirin.

Di destpêka kombûnê de birêz “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat, behseke siyasî li ser guherinkariyên çend mehên derbasbûyî û helwestên siyasî yên Hizbê li hember wan bûyeran pêşkêş kir; Herwiha navbirî raporek li ser kar û çalakiyên Navenda Birêveberiya Hizbê û organên pêwendîdar pêşkêş kir. Navbirî di destpêka wan axavtinan de bi îşarekirin bi şoreşa “Jin Jiyan Azadî” û rola bandordar û pêşengayetiya civata xelkê Kurdistanê û berfirehbûna wê li sernaserê Îranê û dengvedana wê di asta cîhanê de, helwest û xwendina Navenda Hevkarî û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi bîr anî.

Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di berdewamiya rapora xwe de bal kişande ser sedem û armancên rejîmê ji êrîşên mûşekî bo ser binke û bargehên hizban, berdewamiya gef û êrîşên ser hizbên Kurdistana Îranê li Başûrê Kurdistanê û herwisa berdewamiya maşîna terora rejîmê li dijî têkoşerên Demokratê; Û hemû ev mijarane bi nîşaneya tirsa rejîmê ji îradeya cemaweriya xelkê li navxweyê welat û bilindahiya pêgeh û nifîza Hizba Demokrat û tevgera siyasiya Kurd daye zanîn.

Behskirin li ser rewşa opozîsiyona Komara Îslamî ya Îranê li derveyê welat, çend û çawahî û asta pêwendiyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê digel aliyên Kurdistanî û Îraniyên bereya opozîsiyon, astengiyên hember pêkanîna alternatîv û sedemên sernekevtina “menşûra Corc Tawn” û berdewamiya hewlên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bo komkirina opozîsiyona Kurd û Îranî li derveyê nexşerêya pêşniyarî- ku her niha di nav hereket û aliyên siyasî de danûstandina nerînan li ser tê kirin- ev behs û mijarane bûn ku di nav axavtina rêzda “Mistefa Hicrî” de hatine kirin.

Di beşeke din a kombûna rêberayetiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de rêzdar “Xalid Ezîzî”, Berdevkê Hizbê, li pêwendî digel rewşa opozîsiyona Îranî û dost û hevpeymanên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û pirsa alternatîva Komara Îslamî û ew derfetên ku şoreşa Jînayê bo Kurd û opozîsiyonê aniye pêş, behsek pêşkêş kir. Rêzdar Xalid Ezîzî di nav behsa xwe de li ser wê bawerê bû ku di qonaxa niha de gelek ji opozîsiyana rejîmê li derveyê welat, rola Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li ser meseleya yekgirtî û jihevnîzîkbûna aliyan de bi pêwîst dizanin. Rêzdar Xalid Ezîzî di beşeke din a axaxtina xwe de behsa dîtingeh û xwendina civatgeha navdewletî bo şoreşa Jîna û desthilata rejîma Komara Îslamî ya Îranê kir û rohn kir ku ew aliyane derheq guherinkariyan, zêdetir ji çarçêveya berjiwendiyên xwe ve li navxweyê Îranê mêze dikin.

Di berdewamiya destûra karê kombûnê de, endamên rêberiya Hizbê tevî pejirandina şirove û rapora herdu rêzdaran Berpirsê Navenda Birêvebrî û Berdevkê Hizbê, siyaset û helwêstên çend mehên borî yên Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li derheq pirsên siyasî bi dirustî zanîn.

Di behsa kombûnê de rol û cangoriya tex û qatên cur bi cur ên xelkê Kurdistanê û balkişandina bala neteweyên din ên Îranê bo aliyê doza Kurd di proseya şoreşa Jînayê de, ji aliyê rêberiya Hizbê ve balkêşandineke taybet bo hate kirin û her di vê derheqê de neyekgirtiya opozîsiyon û nebûna alternatîv wek xala lawaz û bandora xirab li ser tevgerê, rexne jê hate girtin. Ji bo qerebûya wan kêmasiyan jî, rêberiya Hizba Demokrat tevî teîdkirina hewlên Navenda Birêveberiya Hizbê derheq amadekirina reşnivîsa dîtingehên hevpar ên opozîsiyon û çawahiya çêkirina Îrana paşerojê, birêveberî û tîma dîplomasiya Hizbê ji bo diyalog û gihîştin bi derencameke dilxwaz û bersivdar, hate erkdarkirin.

Di beşeke din a vê kombûnê de, rêberayetiya Hizbê balk kêşande ser çend mijarên navxweyî yên pêwendîdar bi nakokiyên nava tevgera Kurdistanê û di vê derheqê de tevî tekeziya hewl û helwestên birêveberiya Hizbê li pêxema jiyektêgihîştin û parastina yekrêjiya navbera aliyan û xwedûrgirtin ji alozî û herwisa çareseriya pirsgirêkan bi şêweyê aştiyane û hewldan bo yekrêzî û yekgirtina aliyên siyasî bi pêwîstiyeke bingehîn bo qonaxa niha ya tevgera siyasî ya Kurdistan û Îranê daye zanîn.

Behskirin li ser komek ji mijarên navxweyî û organî, behsa dawî ya destûra karê kombûna Rêberiya Hizbê bû ku bi beşdarî û bersivdana berpirsên organên Hizbê û Berpirsê Navenda Rêberiya Hizbê piştî helsengandin û gengeşekirina wan, biryar li ser hatine dan.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberî

31ê Pûşpera 1402 a Rojî

22ê Tîrmeha 2023an