Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna kombûna Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizbê

11:09 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2023

Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, roja Yekşemî 11ê Pûşpera 1402 a Rojî, bi beşdariya hemû endamên Navenda Birêveberiya Hizbê, dawîn pêşhatên siyasî yên Kurdistan û Îranê, çend pirsên navxweyî û teşkîlatî yên Hizba Demokrat gengeşe kir.

Di destpêka vê kombûnê de rêzdar “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, raporta karî ya pêwendîdar bi hevdîtinên xwe yên digel aliyên Kurd û Îranî û herwisa kombûnên wî digel endamên Hizbê li derveyî welat pêşkêş kir.

Di vê derheqê de Navenda Birêveberiya Hizbê tevî axavtin li ser rol û bandora helwêst û siyasetên Hizbê li ser reftarên siyasî yên xelkê navxweyê welat û tevgera mafxwaziya xelkê Kurdistanê, cih û pêgeha Hizbê di korr û komelên Kurdistanî, Îranî û navdewletî de bilind nirxand. Her di heman beşê de Birêveberiya Hizba Demokrat diyalogkirin derheq jihevtêgihîştin digel aliyên Îranî û Kurdistanî bi siyaseteke rast û pêwîst ji bo qonaxa niha ya xebata xelkê Îran û Kurdistanê li dijî dîktatoriya Komara Îslamî ya Îranê da zanîn.

Di beşeke din ya kombûna, Navneda Birêveberiya Hizbê de bi îşarekirin bi şoreşa çend mehên derbasbûyî ya gelên Îranê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, û axavtinkirin li ser aliyên cuda yên wê şoreşê, berxwedana girtiyên siyasî, helwêsta malbatên şehîdên Kurdistanê û bi taybetî biwêriya malbatên şehîdên şoreşa Jînayê û yekrêzî û hevûpeywendiya civata xelkê Kurdistanê, wek nîşana bilindbûna hest û hişmendiya siyasî û netewî ya civaka Kurdistanê daye zanîn.

Her pêwendî digel naveroka daxwazkariyên xelkê Kurdistanê di hereketa çend mehên derbasbûyî de û herwiha dîtingeha Hizba Demokrat li ser mijarên siyasî yên girêdayî wan çend mehan û li devedevê helkefta 34emîn salvegera terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo rêberê navdar ê Kurd û Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Navenda Birêveberiya Hizbê bi îşarekirin bi belavbûna bîr û hizra şehîd Dr. Qasimlo di berdewamiya şoreşa Jînayê de, helwêst û siyasetên Hizbê di pêvajoya şoreşê de rast û guncaw daye zanîn.

Di beşeke din ya kombûna Navenda Birêveberiya Hizbê de, bi balkişandin li ser gef û pîlanên Komara Îslamî ya Îranê bo ser tevgera siyasî ya Kurdistanê di çend mehên derbasbûyî de, berdewamkirina xebatê di pêxema bidestvehatina maf û azadiyên xelkê Kurdistanê, erkê xwe yê bê ewlaûevla û dîrokî da zanîn û di vê pêwendiyê de tekezî li ser piştevaniya qahîm a civata xelkê Kurdistanê ji Hizba xwe, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kir.

Di beşa dawiya kombûnê de, Birêveberiya Hizbê li hember nakokiyên wê dawiyê yên di nav refên Komeleyê de tevî nîşandana nigeraniya xwe ji wê bûyerê ku di rewşeke hestiyar de hatiye pêş, wek di daxuyaniyeke taybet de daxwaz ji aliyên nakok kirbû ku bi yektir îtirafê bikin û rê nedin rewş ji wê yekê aloztir bibe; ew rewşe bi ziyana tevgera Kurdistanê da zanî û bo careke din daxwaz ji aliyên Komalê kir ku tevî rêzgirtin ji daxwazên xelkê Kurdistanê ji bo yekrêzî û yekgirtî di nav hêzên siyasî de, hewl bidin pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Îdarî

12ê Pûşpera 1402 a Rojî

3ê Tîrmeha 2023an