Piştî vê ku daristanên Merîwanê ji aliyê neyarên jîngeha Kurdistanê ve hatine şewitandin û xelk û encumenên jîngehparêzî bi hewl û têkoşîna xwe karîn vî agirî bitemirînin, piştî temirandina agir gelek alavên şer yên neteqiyayî yên rejîmê hatine peydakirin.
Hatiye zanîn, ku xelk di dema temirandina agirê daristanên Merîwanê de rastî wan alavên şer hatine, ku ew alav nehatibûne teqandin.
Di nav torên civakî hatiye zanîn ku, jîngehparêzan şans hebûne ku di dema temirandina agir de ew alavên şer nehatine teqandin.
Di agirpêkevtina daristanên Merîwanê de pênc kes bi sedema teqîna mînên rejîmê hatine birîndarkirin.
Daristanên Merîwanê piştî sê rojan agirgirtin, ji aliyê jîngehparêz, hezkiriyên jîngehê û kesên medenî ve hate kontirolkirin.
Di wê agirpêkevtinê de 395 hiktar daristanên gundên “Selesî, Çawig, Sêf Jûru, Pêle, Kanî Mîran û Sawa”yê di nav agir de hatine şewitandin.