Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya “Yekîtiya li dijî Îrana Navkî”, pêşewazî ji biryara “Co Baydên” kir

10:54 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2023

Serkomarê Amerîkayê biryar daye ku ji bo bihêzkirin û piştevaniya zêdetir ji hêzên xwe, gemiyeke balafirhilgir bo kendavê bişînin û Saziya “Yekîtiya li dijî Îrana Navkî”, pêşewazî ji vê biryarê kir.

Saziya“Yekîtiya li dijî Îrana Navkî”, pêşewazî ji biryara Serkomarê Amerîkayê “Co Baydên” bo şandina gemiya balafirhilgir ya “USS BATAN” bo kendavê kiriye û biryar e ku tevlî karê girûpa amadeyî ya digel gemiya şerker a “USS Tomas Hadnêr” û balafirên şer ên Amerîkayê yên “F16 û F35” ên zêde ku 7ê vê meha zayîne da hatine şandinê, bibe.

Birêveberê saziya “Yekîtiya li dijî Îrana Navkî”, “Mark Walas” ku berê nûnerê Amerîkayê li Saziya Netyeweyên Yekgirtî de bûye di daxuyaniyekê de gotiye: “Em destxweşiyê ji dewleta Baydên û Wezareta Berevanî ya Amerîkayê dikin ku girûpa amadeyî ya “avî û bejayî” ya “Batan” di deverê de bi fermandehiya Stada Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê, li hember gef û kiryarên rejîma Îranê yên dijî berjewendiyên Amerîka û berjewendiya ticariya Amerîkayê, cihgîr kirine”.

Herwisa “Mark Walas” gotiye: “Cihgîrbûna girûpa Amadeyiya “Batan” wek huşdarîdanek bi rejîma Îranê re ye ku êdî rejîma Îranê nabe derfet hebe bê bersiva leşkeriya hewce ji Amerîkayê, êrîşê bike ser ti gemiyekê, an bo wan zehmetiyan çê bike”.

Pêntagonê jî daye zanîn, ku gemiya balafirhilgir a “USS BATAN” çend rojan berî niha li kendavê cihgîr bûye.