Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêrana: 48 haletên bidarvekirinê hatine tomarkirin.

16:16 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2023

Hêranayê li derheq haletên binpêkirina mafê mirovî li meha Pûşpera 1402 a Rojî, raporek belav kir û pêka vê raporê, di vê mehê de zêdetir ji 48 haletên bidarvekirinê hatine tomarkirin.

Pêka rapora Hêranayê, di meha borî de aliyê kêm 48 hevwelatî di girtîgehên rejîmê de hatine îdamkirin û herwisa 46 hevwelatî jî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve li bajarên cuda ên Îranê hatine binçavkirin; Hêranayê daye zanîn ku roja Înê 2ê Pûşperê, hêzên ewlehî yên rejîmê, 10an kes ji xelkê bajarê “Rask”ê ku dixwestin beşdarî li nimêja roja Înê bikin, bi kom binçav kiribûn û bo cihek nexuya veguhastibûn.

Herwisa di wê mehê de 38 kes ji kêmîneyên netewî û olî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Di wê mehê de 8 zarok ji aliyê rejîmê ve hatine binçavkirin, 7 zarok ji aliyê malbatên wan ve hatine kuştin û 2 zarokan jî, bi rêya xwekujiyê ve dawî bi jiyana xwe anîne.

Herwisa 5 jin jî, ji aliyê malbatên wan ve hatine kuştin.

Di warê kedkariyê de jî, di wê amarê de hatiye, di meha borî de bi sedema bûyerên kar 95 kedkar birîndar bûne û 44 kedkar jî canê xwe ji dest dane.