Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama meha Pûşperê de 81 çalakvanên siyasî û medenî li Kurdistanê hatine girtin

16:18 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2023

Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê amarên çalakvanên siyasî û medenî yên ku di meha Pûşperê de li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin û cezakirin, eşkere kir.

Pêka amara hatî tomarkirin ji aliyê Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ve, di meha derbasbûyî de, wate meha Pûşpera 1402 a Rojî, 81 kes ji çalakvanên siyasî û medenî li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê navendên ewlehî yên rejîma Îranê ve bi tohmetên dijayetî digel Komara Îslamî û hevkarîkirin digel hzibên Kurdî yên dijberên rejîma Îranê hatine girtin û ji bo girtîgehên Îtilaatê hatine veguhastin ku beşek ji wan piştî bi dawîhatina lêkolîna wan bi barimteyên giran hatine azadkirin û beşek ji wan jî, çarenivîsa wan hê jî nerohn e.

Pêka wê amarê, di meha borî de aliyê kêm 18 kes ji çalakvanên siyasî û medenî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ku berê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûne girtin, di dadgehên rejîmê de keysên wan yekalî bûye û sizayê girtîgehê û lêdana qamçiyan bi ser wan de hatiye sepandin.

Bi şêweyekî giştî ew welatiyane li ser hev bi 23 sal û 7 meh û rojek girtîgehê û lêdana 230 qamçî û dana 16 milyon Tumen sizayê nexdî hatine sizadan.