Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê kolber li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin

10:18 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sê kolberên Kurd yên temen 17 salî yê bi navên “Parsa, Sirûş Îbrahîmî û Nîma Rehîmî”, yên xelkê Newsûdê, bi teqeya rasterast a hêzên rejîma serkutkar hatine birîndarkirin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Chaw News”ê, şeva Şemî 31ê Pûşpera 1402 a Rojî, 3 kolberên Kurd yên temen 17 salî û yên bi navên “Parsa” (paşnavê wî nexuya ye) yê xelkê gundê Şêxan, Nîma Rehîmî yê xelkê gundê Tişar û Sirûşt Îbrahîmî yê xelkê gundê Newsûda Pawê bi teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûdê bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Ew sê kolberane ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Pawê hatine veguhastin û behsa vê yekê hatiye kirin ku rewşa tendirustiya du kes ji wan neqenc e.