Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya givaşên navendên ewlehî yên rejîmê li ser xwendekaran

10:48 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2023

Şeş xwendekarên Zanîngeha Razî ya Kirmaşanê, ji aliyê Komîteya Dîsiplîn a wê zanîngehê ve, bo du têrm ji çûn bo Zankoyê hatine qedexekirin

Pêka rapora Şêwreya Sendîkayiya Xwendekaran a Îranê, şeş xwendekarên Zanîngeha Razî ya Kirmaşanê yên bi navên “Elîriza Nadirî, Ramîn Hebîbî, Kamiyab Rehmanî, Elî Se`idî, Mihemed Muradî û Seîd Îrannijad”, ji aliyê Komîteya Dîsiplîn a wê zanîngehê ve, bi du têrm ji çûn bo zanîngehê hatine qedexekirin.

Ew xwendekarane ji ber beşdarîkirin di şoreşa Jînayê de ji zanîngehê hatine dûrxistin û ragirtin û ew xwendekaranane meha Rezber û Sermaweza sala borî û li dema kombûna despêkî ya Komîteya Dîsiplîna Zanîngeha Raziyê, di girtîgehê de bûne.

Mihemed Muradî, Seîd Îrannijad, Elîriza Nadirî, Elî Se`idî û Kamiyab Rehmanî li meşa xwenîşandanên seranserî li Payîza sala derbasbûyî hatibûne girtin û paşê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibûne berdan.