Hêzên çekdar ên rejîmê li bajarê “Xuremava” ê ser bi parêzgeha Lurdistanê, di şer û pevçûna digel xelkê wî bajarî de, bi teqekirina rasterast li xelkê medenî, 15 welatî birîndar kirine û 3 kasibkar jî binçav kirine.
Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, di raporekê de daye zanîn, roja Yekşemî 11ê Pûşpera 1402 a Rojî, hêzên rejîmê hewl dane ku li Xuremavayê dest bi ser alavên berqî yên hejmarek ji dukanên xelkê vî bajarî de bigrin ku şer û pevçûn qewimye û hêzên rejîmê tevî teqeya rasterast li xelkê medenî û birîndarkirina 15 kesan, 3 kasibkar jî binçav kirine.
Êrîşa hêzên rejîmê li ser dukanan, li taxa Telûrî ya bajarê Xuremavayê bûye û hêzên rejîmê xwastine dest bi ser hin alavên berqî yên dukandaran de bigirin ku rastî berxwedaniya xelkê medenî hatine û di encamê de hêzên rejîmê bi teqekirin û avêtina gaza rondikrêj, 15 welatî birîndar kirine.