Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di rojekê de 6 kombûnên nerizayeriyê li Kurdistan û Îranê hatine lidarxistin

10:48 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, kedkar, malnişînkirî û qatên din ên civatgehê kombûn û nerizayetiyên xwe nîşan dan.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Hêrana”yê, roja Yekşemî 1ê Gelawêjê, hejmarek ji malnişînkiriyên “Dabînkirina Civakî” bi sedema guhnedana berpirsên rejîmê bi daxwazkariyên wan û nebşbûna rewşa jiyana wan li bajarên weke “Ehwaz, Kirmaşan, Reşt û Şûş”ê kom bûn û nerizayetiya xwe nîşandan.

Pêka vîdyoyên belavbûyî, li bajarê Reşt di navbera malnişînkiriyên nerazî û hêzên polîsan de şer û alozî qewimîn û hêzên rejîmê bi gaza rondikrêj êrîşî ser wan kirin.

Herwisa ji aliyek dinê ve komek ji kedkarên girêbestkar li kangeha “Çadormêlo” ya bajarê “Yezd”ê jî man girtin û nerizayetiya xwe nîşan dan û daxwaza zêdekirina heqdestê xwe û bîmekirina tev kedkaran kirin; herwisa li bajarê Şîrazê jî hejmarek ji kedkarên bajarvaniya vî bajarî bi lidarxistina kombûnên nerizayetiyê daxwaza mafên xwe kirin.

Heyameke zêde ye ku li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tex û qatê cuda yên civakê bi sedema guhnedana rejîmê bi daxwaziyên wan û herwisa kêmbûna heqdestê wan û nebûna bîme û dehan mînakên din, kombûnên nerizayetiyê lidar dixin, lê navendên pêwendîdar bersivdar nînin û gelek caran ji aliyê hêzên rejîmê ve têne binçavkirin û rastî dosiyesaziyê jî tên.