Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Antonî Bilînkin: “Êdî Amerîka li derheq lihevhatina Navkî ya Îranê, ti axavtinekê nake”

11:03 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2023

Wezîrê Derve yê Amerîkayê gotiye, ku berpirsên Amerîkayê gihîştine qonaxekê ku êdî li derheq lihevkirin digel Îranê ti axavtinekê nakin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Bilînkin” di hevpeyvînekê de digel kanala televîzyoniya “CNN”ê bi tekezî gotiye, ku “Co Baydên” dixwest bi kêmek çaksaziyan bizivire nav Bercamê, lê Îranê ew derfet ji dest da”.

Herwisa navbirî gotiye: “Amerîka naxwaze her cure lihevkirinekê erê bike, çimkî ew lihevkirine divê yekalî digel armancên ewlehî û berjewendiyên Amerîkayê be”.

“Antonî Bilinkin” di vê hevpeyvîna xwe de gotiye: “Tevî ku Amerîkayê bi niyetpakiyeke zêde ve hewl da ku digel Îranê lihevhatinekê bike, lê Tehranê nexwest an nekarî kareke hevşêwe bike û niha em gihîştine qonaxekê ku êdî li derheq bernameya Navkî digel Îranê ti axavtinekê nakin”.

Herwisa Wezîrê Derve yê Amerîkayê daye zanîn: “Amerîkayê baweriyeke kûr bi vê yekê heye ku dîplomasî baştirîn rêçare ye bo çareserkirina vê pirsgirêkê, lê ev yeka bi vê wateyê nîne ku me bijardeyên din li ser maseyê nebin, eger hewce bike dê Amerîka wan bijardeyan bikar bîne”.