Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çûna berpirsekî serkutkar yê rejîma Îranê bo Almanê xwenîşandanek li pey xwe anî

11:49 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2023

Nûçeya çûna “Husênelî Neyerî” yek ji berpirsê serekî yê kuştina bikom li sala 1367an a Rojî, bo welatê Almanê bi mebesta wergirtina tedawiyên pizîşkî, nerizayetî û xwenîşandana çalakvanên siyasî yên Îran û Kurdistanê li pey xwe anî.

Piştî vê ku di çend rojên derbasbûyî de nûçeya çûna yek ji sereketirîn bikujê sala 1367an a Rojî, û berpirsê “komîta merg” ya rejîma Îranê bo welatê “Alman”ê bona wergirtina tedawiyên pizîşkî hate belavkirin, çalakvanên siyasî yên Kurdistan û Îranê li hember nexweşxana pirofesor “Semî” ku kesek Îranî ye û berê neştergerî bo çend berpirsên rejîma Îranê encam dabû, kombûn û xwenîşandanek bi rê ve birin.

Her di vê derheqê de hejmarek ji çalakvanên siyasî bi tomarkirina sikala li Dezgeha Dadwerî ya Almanê, daxwaza dadgehîkirina navbirî bi sedema cinayetên ku encam dane kirin, û herwisa biriyar e ku di çend rojên bê de xwenîşandanên berfirehtir li welatên din bêne lidarxistin.

Heta niha ne Dezgeha Dadwerî ya Almanê û ne jî Wezareta Derve ya vî welatî di vê derheqê ti gotinek belav nekirine.

Hêjayê gotinê ye ku di wê xwenîşandanê de hejmarek ji endamên PDKÎ li welatê Almanê beşdar bûn.