Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên Hizba Demokrat li welatê Alman li dijî siyasetên rejîma Îranê çalakiyek lidar xistin

12:27 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2023

Çalakiyek li dijî siyasetên rejîma Îslamî ya Îranê li welatê Almanê ji aliyê endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve bi rê ve çû.

Roja Şemî 31ê Pûşpera 1402 a Rojî, endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li komîteya devera “Nordrayn Wêstfalên” a welatê Alman aksiyoneke yekroje li bajarê Kolnê bi mebesta nîşandana nerizayetî û şermezarkirina bidarvekirinan, milîtarîzekirina Kurdistanê, teror û binçavkirinan ji aliyê rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û herwisa bi mebesta rakêşana bala hizra giştî ya cîhanî bo piştevanêkirin ji tevgera azadîxwazî ya Kurdistanê û şoreşa Jînayê, bi rê ve birin.

Ew aksiyone, demjimêr 10ê sibêdehê bi danîna xîvetan û danîna wêneyên şehîdan, bi taybet şehîdên destê terora rejîma pey û sêdare û danîna wêneyên girtiyên siyasî û bi strandina sirûda netewiya “Ey Reqîb” û ragirtina xulekek bêdengî bo rêzgirtin li riha paqij a şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Piştre aksiyon bi belavkirina trakt û nivîsên taybet hate berdewamkirin û ji aliyê “Le`ila Keyxusrewî” ve peyamek bi zimanê Almanî hate pêşkêşkirin û piştre endamên Hizba Demokrat ji xelkê Alman û xelkên din ku bi mebesta pirsyarkirinê hatibûne nav vê aksiyonê, pêşewaziyeke germ kirin û bersiva pirsyarên wan dan û ew çalakiye demjimêr 6ê êvareyê bi dawî hat.

Hêjayê gotinê ye ku endamên Partiya Komele ya Şoreşgêrê Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û Partiya Çep a Îranê jî di wê aksiyonê de beşdarî kiribûn.