Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara binpêkariyên mafê mirovî di heyama mehekê de li Rojhilatê Kurdistanê

12:30 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2023

Tora Mafê Mirovî ya Kurdstanê bi belavkirina amara binpêkariyên mafê mirovî li heyama meha Pûşpera sala 1402an a Rojî li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya binpêkariyan eşker kiriye.

Pêka amara belavbûyî li meha Pûşpera Îsal 54 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi tohmetên siyasî hatine binçavkirin .

Herwisa hevdem di wê mehê de 11 welatiyên Kurd ku berê bi tohmetên wekî “kuştina bi zanebûn û madeyên hişber” hatibûne binçavkirin li girtîgehên rejîmê li bajarên wek Kirmaşan, Urmiye, Nexede, Hemedan û Qizilhesar”ê hatine darvekirin.

Di wê amarê de îşare bi canjidestdana 2 welatiyên Kurd di bin îşkenceya hêzên rejîmê li girtrîgehê jî hatiye kirin; Du welatiyên Kurd yên bi navên “Mûsa Îsmaîlî û Peyman Gelwanî” li îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Urmiyê bi sedema lêdan û îşkencê canê xwe ji dest dan.

Herwisa Tora Mafê Mirovî ya Kurdistanê di vê raporê de behsa vê yekê dike ku di heyama mehekê de 8 kolber hatine birîndarkirin û kolberekî jî canê xwe ji dest daye; Ew kolberên hatinî kuştin û birîndarkirin li ser sînorên Kirmaşan, Sine û Banê bi teqeya hêzên rejîmê bûne qurbanî.

Hêjayê gotinê ye ku di vê amarê de behsa terorkirina 3ê endamên PDKÎ li Herêma Kurdistanê bi destê kirêgirtiyên rejîma Îranê jî hatiye kirin.

Ev 3ê endamên PDKÎ yê bi navên “Adil Muhacir, Luqman Acî û Siyamend Şabûyî” ku di meha Pûşperê de hatine terorkirin.

Di dawiyê de behsa kuştin û xwekujiya sê jinan li Rojhilatê Kurdistanê di heyama mehekê de hatiye kirin.