Hêzên serkutkar ên Spaha Pasdaran, êrîşî ser gundê “Seriyas” ê ser bi bajarê Pawê kirin û dest danîn bi ser mal û barê kasibkarên Kurd de û di navbera hêzên rejîmê û xelkê de pevçûnek çê bû ku di encamê de kesek hate birîndarkirin û pên kes jî hatine girtin.
Pêka nûçeya ku gihîştiye Odeya Nûçeyan a Navenda Ragihandina Hizba Demokrat, şeva Yekşemî li ser Duşemî, hêzên Spaha Pasdaran bi mebesta destbiserdegirtina mal û barê kasibkaran, êrîşî ser gundê “Seriyas”a Pawê kirine û digel xelkê vî gundî rastî şer û pevçûnê hatin; herwisa hêzên Spaha Pasdaran xelkê wir dane ber gulleyan ku di encama gullereşandinê de welatiyek bi navê “Fuad Husênî” bi dijwarî birîndar bû.
Tevî vê ku Spaha Pasdaran dest bi ser çend enbarên kasibkaran de girt, pênc welatiyên bi navên “Semîr Şuşimê, Ta`et Salihî (Xanegayî), Xebat Ezîzî, Arman Mehmûdî Paweyî û Serwet Husênî Ênaxî” ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatine binçavkirin.
Her di vê deheqê de, sibêdeha roja Duşemî 2ê Gelawêjê, hêzên rejîmê êrîşî ser mala welatiyekî xelkê gundê “Nê” kiribûn û li wir jî di navbera hêzên rejîmê û xelkê vî gundî de pevçûn çê bibûn û hêzên rejîmê dest avêtibûn bi teqekirin û avêtina gaza rondikrêj di nav xelkê de.