Pirtûka “Li Jêr Siya Qasimlo”, nûtirîn berhema çapemeniya PDKÎ ye ku hatiye çapkirin û belavkirin.
Pirtûka “Li Jêr Siya Qasimlo” 48 gotar û mijarên lêkolînî li xwe digire ku taybet bi 34 saliya terora şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Sekreterê berê yê Hizba Demokrat hatine nivîsîn û nivîserên sê parçeyên Kurdistanê di vê pirojê de gotar nivîsîne.
Elî Bidaxî, Berpirsê beşa Çapemenî û Belavokên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di hevpeyvînekê de ji bo “Kurdistanmedia”yê ragihandiye: Mebest ji vê pirojeyê lêkdan û lêkolînkirina guhertinên siyasî yên rojeva Rojhilatê Kurdistan û Îranê û pirsa Kurd li Îranê û welatên dinê bi îlhamwergirtin ji bîr û baweriyên Dr. Qasimlo bû. Bi taybetî bi balkişandin li ser şoreşa Jînayê û derencamên wê yên heta niha û hebûna hizr û bîrdoziya nemir Dr. Qasimlo li ser şeqaman û di dilê xwast û daxwaziyên gelê Kurd de; Bi pêwîst hate zanîn ku xwendineke nû ji bo komek ji çemkên siyasî yên pêwendîdar bi rewşa nû ya şoreş û tevgera siyasî ya Kurd bê kirin.
Navbirî di berdewamiyê balkêşande ser vê yekê ku rastbîniya siyasî û girîngiya bi netewîkirina pirsa Kurd, pêgeh û rola jin li civatgehê û tevgera rizgarîxwaziya Kurd, pirsa yekiyetiya bikiryarî ya opozîsiyonê bo derbasbûn ji Komara Îslamî, pirsa hevçarenivîsiya Kurd di beşên din yên Kurdistanê û pêwistiya girêbestek neteweyî di navbera wan de, pirsa jihevnêzîkbûn û hevpeymaniya neteweyan bo çêkirina Îranek demokratîk bo hemûyan, netewe û nasnamexwaziya netewî wek pirsa siyasî û mafxwaziya Kurd, hêza yekalîkirî ya xelkê wek dînamoya şoreşa cemawerî, huner û çand ji dîtingeha Dr. Qasimlo ve, tevgerên rizgarîxwaz û pirsa berevaniya rewa ji dîtingeha yasaya navnetewî ve û rexnegirtin li xwe û peydakirina nexşerêya nû bo pêşxistina xebatê, çend tewereke girîng in ku di şoreşa Jînayê de berçav bûn û hewcehiya wan bi xwendin û şirove ji dîtingeha Hizba Demokrat ve hebû. Ev berheme jî çavxişandinek ji wan mijaran e.
Ji bo xwendina vê pirtûkê dabigire