Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji %40 kesên betal li Îranê derçûyê zanîngehan in

11:28 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2023

Pêka amarên belavbûyî, li destpêka sala 1402 a Rojî, zêdetir ji %40 a kesên betal li Îranê derçûyê zanîngehan bûn ku ew rêjeye bi berhevdanîn digel demsala Buhara 1401 a Rojî, %1.1 zêdetir bûye.

Pêka amarên Nanenda Amarî ya rejîma Îranê, %40.8 a kesên betal li Îranê derçûyê zanîngehan bûne ku ev amare bi berhevdanîn digel sala 1401 a Rojî %1.1 zêde bûye.

Herwisa navenda Amarî ya rejîmê belav kiriye, ku di sala 1401an de 938 hezar û 461 kes ji derçûyên zanîngehan betal bûne ku ew yeke %12.9 ji heşîmeta derçûyên zanîngehan e.

Herwisa pêka vê amarê, niha 2 milyon û 348 hezar û 957 kes di Îranê de betal in ku %40 a wan kesên betal derçûyê zanîngehan in.

Amara serast a kesên betal bi taybet amara derçûyê zanîngehan gelek zêdetir ji amarên fermî yên rejîmê ne û rejîma Îranê kesên ku karên wek destfiroşî li ser şeqaman dikin an di her heftiyekê de çend demjimêran kar hene, wek kesê xwediyê kar binav dike.