Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar welatiyên girtî li girtîgeha rejîmê li Îlamê dest avêtin bi gireva birçîbûnê

12:09 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2023

Çar welatiyên xelkê bajarê Serawleya Îlamê bi sedema nîşandana nerizatiyê li hember nerohnbûna çarenivîsa wan û pêranegihîştin bi dosiya wan dest avêtin bi gireva birçîbûnê.

Pêka Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 1ê Gelawêja 1402 a Rojî, 4 welatiyên binçavkirî yên bi navên “Mêhrdad Qeyserbegî, Eyûb Gerawend, Yûnis Gerawend û Newîd Mihemednijad” dest avêtin bi gireva birçîbûnê.

Mêhrdad Qeyserbegî xêzandar û temen 34 salî, Eyûb Gerawend xêzandar û temen 36 salî, Yûnis Gerawend û Newîd Mihemednîjad temen 26 salî û rahênerê werzişa Wuşoyê ne ku di girtîgeha rejîm ya li bajarê Îlamê dest avêtine bi gireva birçîbûnê.

Ew çar welatiyên Kurd ku heyama 43 rojan e di girtîgeha navendî ya rejîmê li Îlamê hatine ragirtin û bo nîşandana nerizatiyê dest avêtine gireva birçîbûnê.

Ew çar welatiyên navbirî yên binçavkirî, roja Yekşemî 21ê Cozerdana 1402 a Rojî, li bajarê Serawleyê yê ser bi parêzgeha Îalmê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûne girtin.

Hêjayê gotinê ye ku car din jî, Mêhrdad Qeyserbegî û Eyûb Gerawend di serhildana Jin Jiyan Azadî de li meha Xezelwera sala borî ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê Serawleyê hatibûne girtin.