Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna kombûna nerizayetiya malnişînkriyan di 13 bajarên Kurdistan û Îranê de

12:13 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2023

Malnişînkiriyên Mixabiratê hevdem li 13 bajarên Îran û Kurdistanê bi dana dirûşman li dijî berpirsên rejîmê kombûnên nerizatiyê lidar xistin.

Roja Duşemî 2ê Gelawêja 1402 a Rojî, hejmarek ji malnişînkiryên îdareya Mixabiratê aliyê kêm di 13 bajarên Îran û Kurdistanê de li hember nivîsîngeha wê îdareyê kom bûn û dirûşmên cur bi cur wek “me dadperwerî nedîtiye, me tenê derew bihîstine” dengê nerizayetiya xwe bilind kirin.

Hêjayê gotinê ye ku hevdem digel nerizayetiyên kedkarî û sendîkayên Îranê, çend meh e ku malnişînkiryên Mixabratê li bajarên Îran û Kurdistanê hemû rojên Duşemiyan kombûnên nerizatiyê lidar dixin.

Vê Duşemiyê jî, li bajarên Şîraz, Bender Ebas, Urmiye, Tehran, Tewrêz, Zencan, Sine, Kirmaşan, Sarî, Meşhed, Îsfehan, Îlam û Ehwazê kombûnîn nerizatiyê bi rê ve birin.

Hêjayê gotinê ye ku roj bi roj nerizayetî zêdetir dibin û ti lipeykevtin û bersivek ji aliyê berpirsên rejîmê ve bo daxwaziyên nerizatiyan di gorê de nîne û pirsgirêk berdewam bi ser hev de kelek dibin.