Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di rojekê de aliyê kêm 5 kombûnên nerizayetiyê li bajarên Îran û Kurdistanê hatin lidarxistin

11:27 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2023

Malnişînkiriyên Îdareya Dabînkirina Civakî li çendîn bajarên Îran û Kurdistanê kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Hêrana”yê, roja Yekşemî 11ê Pûşperê, hejmarek ji malnişînkiriyên îdareya Dabînkirina Civakî bi sedema guhnedana rejîmê bi maf û daxwazkariyên wan kombûnên nerizayetiyê lidar xistine.

Malnişînkiriyên nerazî li bajarên wek, Kirmaşan, Şûş, Reşt, Gîlan, Ehwaz û Şûşterê, li hember avahiya Îdareya Dabînkirina Civakî  kom bûn.

Hevwelatiyên nerazî bi bilindkirina benêran ku daxwazkariyên wan li ser hatibûne nivîsandin  û dana dirûşmên wek “tenê bi hatin bo ser şeqaman maf tê bidestveanîn, bijî azadî, bimire bindestî” daxwaza mafên xwe yên wek “dabînkirina xizmetguzariyên pizîşkî û dermanî, baştirkirina rewşa jiyana wan û çendîn daxwaziyên din kirin”.

Heyamek zêde ye ku li bajarên Îran û Kurdistanê malnişînkiriyên îdareyên cuda yên rejîma Îranê, tex û qadên cuda yên civakê, bi sedema binpêkariyên navendên pêwendîdar û nedana mafên wan û herwisa nebaşbûna rewşa jiyana wan kombûnên nerizatetiyê lidar dixin.