Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên Îranî piştî zêdetirî 170 sal komkirina mûçe dikarin xaniyekê bikirin

15:15 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2023

Kedkar di Îranê de bi liberçavgirtîna rewşa xirap a aboriya vî welatî dibe 178 salan beşek ji mûçeyên xwe paşket bikin da ku bikarin xaniyek 80ê mêtrî bikirin.

Nûçegihaniyên ser bi rejîmê bi helsengandinek bo rewşa aborî û rewşa kedkaran û rêjeya mûçeyên wan di Îranê de, îşare bi vê yekê kiriye ku kedkarek eger bikare beşek ji mûçeya xwe paşket bike, divê 178 salan çavnihêr be û pere kom bike da ku bikare xaniyeke 80 mêtirî bikire û ev yeka tê wê wateyê ku ti kedkarek li gor temenê xwe nikare xaniyan bikire û divê her kirêçî bimîne.

 Li gorî nûçegihaniyên rejîmê, li sala 1402 a Rojî mûçeya kedkarên xêzandar bi du zarokan ve, 9 milyon tumen e ku li gorî datayan nêvinciya her mêtrek xanî li Tehranê di bihara îsal de gihiştiye 65 milyon Tumenan û bi vê cureyê kedkar dibe 178 salan pere kom bikin da ku bikarin bibine xwedanê xaniyek biçûk.