Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 28 milyon kes li Îranê di bin hêla hejariyê de dijîn

12:58 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2023

Binav nûnerekî meclîsa rejîmê gotiye, ku 28 milyon kes li Îranê di bin hêla hejariyê de dijîn û berdewamiya lezgîn a zêdebûna vê rêjeyê, dibe sedema huşdariya ziyanên civakî.

“Muhsên Pîrhadî”, Cihgirê Serokê Komîsiyona “Telfîq a Bernameya Heftem a Geşedan”a meclîsa rejîmê, roja Duşemî 2ê Gelawêjê gotiye, “28 milyon kes li Îranê di bin hêla hejariyê de dijîn û hilweşîna aborî ya hin beşên civakê di deh salên borî de bûye sedema zêdebûna qiraxnişînî, zêdebûna amara madên hişber, gendelî û zêdebûna koçberiya ber bi bajarên mezin ve”.

Herwisa di vê derheqê de, Navenda Lêkolîn a meclîsa rejîmê jî, di meha Xermanana îsal de belav kiribû ku li salên 1390 heta sala 1400 a Rojî, 11 milyon kes bi heşîmeta hejaran li Îranê zêde bûye.

Derheq hêla hejariyê li navenda Îranê jî, endamekî Komîsiyona Aborî ya meclîsa rejîmê gotiye, ku pêka enflasyona wan 2 salên dawiyê, hêla hejarî li bajarê Tehranê gihîştiye 30 milyon Tumenî.

Piraniya xelkê Îranê nikarin hewcehiyên xwe yên rojane dabîn bikin û bilindbûna nirxa kelûpelên xwarinê û bilindbûna nirxa enflasyonê li Îranê û dizîna dahata xelkê ji aliyê rejîmê ve, roj bi roj dibe sedema vê ku xelkê Îranê ber bi çarçêveya hêla hejariyê ve herin.