Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê derheq agirberdana daristanên zagirosê daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Çalakvan û jîngehdost!
Darên kevn û daristanên Zagrosê yên li derdora Merîwanê û navçeyên wekî Kanî Mîran, Sawe, Sellesî, Çawig û Sêfî Serû di nav agir de dişewitin. Dîrok, şahidiya hezkirina Kurdistanê ji bo çiyayên Zagrosê ye, ku çawa ew cihe di nav şeran de penageha wan bûye û di nav aramî û aştiyê de jî bi rez û çandiniyê re mijûl bûne.
Mixabin di çend salên borî de em çendîn caran bûne şahidê kawilkirina wan dahatên surûştî û sedema sereke ya wê rewşê jî rejîm bixwe ye.
Rejîma Komara Îslamî agehdarê dahat û çavkaniyên bin erdî yên wan çiyayane ye, lê girîngiyê pê nade, çimkî li Kurdistanê hilkevtine.
Spaha Pasdaran her sal bi hincetên cur bi cur ji wan jî bi nimayişên leşkerî agir berdide daristanên Kurdistanê. Li şûna parastina jîngeh, daristan û çiyayên Zagrosê, hewl dide wan ji nav bibe û heta car caran jî, rê li ber hewldanên xelkê medenî û rêxistinên jîngehparêz ên ji bo kontrolkirina agir digire.
Di wan salên derbasbûyî de, çendîn endamên Encumena Çiyaya Kesk a Merîwanê ku hewla wan parastina daristan û canjiberên wê ji agir bûye, mixabin canê xwe ji dest dane. Yad û bîra wan şehîdan hertimî li cem xelkê Kurdistanê herman e.
Di bûyera herî dawî ya agirpêkevtinê de xelkê xemxwar ên Kurdistanê ji mêr, jin, ciwan û heta zarok jî bi alîkariya hev agir temirandin û di wê helmetê de çend kes birîndar bûn. Herçiqas kontrolkirina wan agirane erkê hikûmet û Wezareta Jîngehê ye, lê dîsan em şahidê bê helwêstiya dezgehên hikûmetê ne.
Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê, spasiya tak bi takê çalakvanên dilsoz û jîngehparêzan dike ku di wan rojan de ji bo kontrolkirina agirê daristanên Merîwanê canê xwe bi şanazî ve xistine metirsiyê û hewla parastina nîştimanê didin.
Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê