Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwlatiyekî Îranî-Amerîkî ji ber dorlêdana dorpêçên li dijî Îranê bi 41 meh girtîgehê hate cezadan

12:24 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Sêşemî 3ê Gelawêjê, Wezareta Dad a Amerîkayê ragihand, hevwelatiyekî Îranî-Amerîkî yê 72 salî û yê bi navê “Bêhroz Moxtarî” û xelkê wîlayeta “Vîrcîniya”yê, bi tawana binpêkirina dorpêçên Waşêngtonê yên li dijî Tehranê, bi 41 meh girtîgehê hatiye sizadan.

Bêhroz Moxtarî bi 3 sal serbestberdana bi merc û destbiserdegirtina zêdetirî 2 milyon û 800 hezar Dolar ji dahata çalakiyên wî yên tawankarane û avahiya wî ku bi nirxa milyonek û nîv dolar e, hatiye sizadan.

Wezareta Dad a Amerîkayê daye zanîn, ku “Bêhroz Moxtarî” îtiraf kiriye ku bi rêya kompaniya xwe ya serekî ve li Panamayê, bazirganiya şandina neyasayî ya berhemên petrokîmyayiyên Komara Îslamî ya Îranê kiriye.

Di daxuyaniya Wezareta Dad a Amerîkayê de hatiye: “Bêhroz Moxtarî û hevkarên wî ji tora “FSR” bo pêşkêşkirina xizmetguzarî bi saziyên Komara Îslamî re mifa wergirtiye, ji ber ku wan weke welatiyekî Amerîkayê zanîbûn ku kiryarên wiha neyasayî ne.