“Umîd Mezlûm” birayê “Muhsin Mezlûm” yê girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê “Mehabad”ê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin.
Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 3ê Gelawêjê, hêzên îdareya Îtilaata rejîmê li gundê “Etmîş” ê girêdayî bajarê “Mehabad”ê, êrîşî ser mala “Umîd Mezlûm” kirine û bi bê hebûna belgeyên yasayî navbirî binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.
Umîd Mezlûm birayê girtiyê siyasî yê Kurd Muhsên Mezlûm e ku salek berî niha digel sê welatiyên din hate girtin û heta niha jî çarenivîsa wî nediyar e.