Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa enflasyona meha Pûşperê li Îranê gihîşte %47.5

12:32 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2023

Li gor amarên Navenda Amarî ya rejîma Îranê, rêjeya enflasyona salane di meha Pûşperê de gihîştiye %47.5, di heman demê de nerizayetiya kedkar, malnişînkirî, mamoste û sendîkayên din li dijî pirsgirêkên bijîva jiyanê berdewam e.

Navenda Amarî ya rejîma Îranê bilî enflasyona salane, rêjeya enflasyona mehane û xal bi xal jî di meha Pûşpera îsal de pîvandiye ku enflasyona mehane ji sedî 2 û enflasyona xal bi xal jî, %39.4 ragihandiye.

Rêjeya enflasyonê ya salane nîşan dide ku tev pîverên nirxan di 12 mehên derbasbûyî de heta meha Pûşpera 1402an, bi rêjeya %47.5 zêde bûye.

Li gorî vê raporê, rêjeya enflasyona salane di meha Pûşperê de li 15 parêzgehên Îranê ji sedî 50 bûye û herî zêde jî li parêzgeha Yezdê nêzî %58 bûye.

Enflasyona xal bi xal di meha Pûşperê de ji bo goşt û berhemên wê heta %78 û ji bo kirêya avahiyan jî, %38 bilind bûye.

Hevdem digel wê rewşê, nerizayetiya kedkar, malnişînkirî, mamoste û sendîkayên din derheq pirsgirêkên jiyanê û bihabûna nirxan berdewam e.

Roja 3ê Gelawêjê, tevî xwenîşandanên malnişînkiriyan, mamosteyan jî li parêzgehên wekî Yezd, Kirmaşan, Fars, Sine û Erdebîlê kom bûn û daxwaza çareserkirina rewşa nebaş a jiyana xwe kirin.