Du sal girtîgeh bi ser “Burhan Seîdî” welatiyê xelkê bajarê Sinê û çalakvanê kedkarî de hate sepandin.
Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, “Burhan Seîdî” çalakvanê kedkarî û xelkê bajarê “Sinê” ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Sinê, bi serokatiya binav dadwer Seîdî, du sal girtîgeh bi ser de hatiye sepandin û ev cezaye bo heyama 4 salan hatiye ragirtin.
Dadgehê navbirî bi tohmeta “kombûn li dijî aramî û asayişa netewî” ceza daye û roja Duşemî 2ê Gelawêjê cezayê hatî sepandin bi ser navbirî de jê re hatibû ragihandin.
Roja Pêncşemî 28ê Banemerê, ev çalakvanê kedkarî piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê li bajarê Sinê hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna mehekê, roja Şemî 27ê Cozerdanê, bi danîna barimteya 500 miliyon Tumenî bi awayekî demkî ji girtîgeha rejîmê li bajarê Sinê hatibû azadkirin.