Hêzên rejîma Îranê çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Sinê binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, êvareya roja Duşemî 2ê Gelawêja 1402 a Rojî, hêzên rejîma Îranê çalakvanekî medenî yê bi navê “Esed Mihemedî” yê xelkê bajarê Sinê binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Hêzên rejîma Îranê li “Wilaşehr”a bajarê Sinê bi bê nîşandana ti belgeyeke yasayî, rijyane nav mala wî çalakvanê medenî û binçav kirine.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zaniyariyeke serast li derheq tohmetên hatinî sepandin bi ser “Esed Mihemedî” de û qeder û cihê ragirtina wî berdest nîne.