Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama 3 mehan de 176 welatiyên Kurd hatine girtin

11:34 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di heyama sê mehên Buhara îsal de, aliyê kêm 176 welatiyên asayî, çalakvanên medenî û siyasî yên Kurd, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi tohmeta çalakiyên siyasî li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê hatine girtin.

Pêka rapora Navenda Mafê Mirovî bo Rojhilatê Kurdistanê “Chaw News”ê, aliyê kêm 176 welatiyên Kurd ji aliyê navendên ewlehî yên rejîmê ve bi tohmeta çalakiyên siyasî li dijî rejîma Îranê hatine girtin ku hejmarek ji wan piştî lêkolîn û lêpêçînên navendên ewlehî, heta dema dadgehîkirina wan, bi danîna barimteyên giran hatine berdan.

Pêka vê amarê, 61 kes ji wan 176 kesane, cezayê 3 meh heta 12 sal girtîgeh bi ser wan de hatiye sepandin.

Herwisa girtiyek di bin îşkenceyê de hatiye kuştin û du bendkirî jî, bi sedema pêranegihîştinên pizîşkî di girtîgehê de canê xwe ji dest dane.

Bilî vê amarê, rêkevta 19ê Cozerdanê, zêdetir ji 30 kes ji endamên malbatê şehîdên şoreşa Jînayê li bajarên Sine, Dîwandere û Dêwolanê ku serdana tirab şehîdan li bajarê Seqiz û Bokanê kiribûn, di dema zivirînê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin ku çar kes ji wan zarok bûn û piştî sê hefteyan hê jî hejmarek ji wan di girtîgehên rejîmê de mane.