Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: “Rejîma Îranê hê jî mezintirîn piştevanê leşkerî yê Rûsiyê ye”

12:52 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2023

Cihgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li derheq piştevaniya leşkerî ya rejîma Îranê ji Rûsiyê got: “Rûsiye bo êrîşkirin û çêkirina rewşeke hov û tirsandinê li Ukraynê, ji dironên Îranê mifahê werdigre”.

Cihgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Vêdant Patêl” roja Sêşemî 3ê Gelawêja 1402 a Rojî, li berteka raporeke belavbûyî ya kanala televîzyoniya “CNN” a Amerîkayê li derheq hevkariya leşkerî ya rejîma Îranê digel Rûsiyê got: “Rejîma Îran hê jî mezintirîn pişevanê leşkerî yê Rûsiyê ye”.

Herwisa “Vêdant Patêl” gotiye, ku Rûsiyê bi 100an dironên xweteqîner û alavên taybet ên berhemanîna dironan ji rejîma Îranê wergirtiye”.

Patêl daye zanîn ku: Rûsiye dironên Îranê ji bo êrîşa ser Kîefê û çêkirina tirsê di nav xelkê Ukraynayê de bikar aniye û ev hevkariya leşkerî di navbera Rûsiye û Îranê de her berfirehtir dibe.

Kanala Televîzyoniya “CNN”ê bi belavkirina raporekê dabû zanîn, ku Rûsiye bi alîkariya rejîma Îranê navendeke berhemanîna dironan li Komara “Tataristan” a ser bi Rûsiyê çê dike û heta dawiya sala 2023 a Zayînî, çêkirina vê navendê dê bi dawî bê û dê berhemanîna dironan dest pê bike.