Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helbestvan û zimanê Kurd Dr. Feyzula Xiznewî naskirî bi Homend Hadar yê Rojavayê çû ser dilovaniya xwe

08:38 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2023

Şeva 3ê Gelawêjê, helbestvan û zimanzanê Kurd Dr. Feyzula Xiznewî yê naskirî bi (Homend Hadar) li Fransayê di temenê 67 saliyê de koça dawiyê kir.

Dr. Feyzula Xiznewî, li sala 1956 li gundê Tilmarûf yê girêdayî Qamişlo jidayîk bibû, ew ji malbata “Xiznewî” ku li seranserê Rojavayê Kurdistanê naskirî ne.

Di destpêka jiyana xwe de, fêrî fiqh û oldariyê bûye, paşê li zanîngeha Helebê beşa ziman û wêjeya Îngilîzî qedandiye û paşî bawernameya diktoriya pizîşkî ji zanîngeha Helebê bides txistiye.

Xiznewî herî zêde guh daye zimanê kurd û babetên wêjeyî û felsefeyî ku di warê felsefî û olî de bo xwe rêbazek cuda hebû bi navê "dirustmanî", û di sala 1988an de ji ber zilm û stemkariya dezgehên ewlekariya Sûriyê koçberî Fransa bûye, li Enstîtuya Kurdî li Parîsê bûye mamostayê zimanê Kurdî, zêdebarî şarezaya wî bi çend zimanan wek: “Îngilîzî, Fransî, Erebî, Spanî, Farisî, Almanî û Tirkî.”

Hêjayê gotinê ye ku hindek helbestên wî bi awaz û stran ji aliyê hunermendên kurd wekî hunermendê mezin Mihemed Şêxo, Ciwan Haco, Zoro Seîd Yosif û Ebdulqadir Silêman û ... hwd hatine gotin.