Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Werizêrên parêzgeha Fars kombûnên nerizatetiyê lidar xistin

10:54 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Çarşemî 4ê Gelawêjê hejmarek ji werzêrên bajarê “Mervdeşt” ê ser bi parêzgeha Fars bi sebeba guhnedana berpirsên rejîmê yên derbara daxwazkariyên wan kombûnên nerizayetî  lidar xistin.

Werzêzên bajarê Mervdeşt ê ser bi parêzgeha Fars li hember erzanbûna nirxa badincanan ku berhema wan e, kombûna nerizatiyê lidar xistin û rêya Mervdeşt bo Ersencanê daxistin.

Berhema wan ku badincan in, bi nirxa 5 Hezar Tûmenî ji werzêran tê kirîn, lê delalên ser bi rejîmê di bazaran de berhemên wan bi nirxek kêm dikirin û bi 3ê hember di difroşin.

Wan werzêrên nerazî li hember bê helwêstiya rejîmê û “Cehada Werzêrî” nerizatiya xwe nîşan dan û dibêjin: “Çawa ye ku nirxa “mirebeya badincanê” digel nirxa enflansiyonê bilind dibe, lê badincanên me bi nirxa sê sal berî niha ji me tê kirîn”.