Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Washington Free Beacon: Rabêrt Malî hin belgeyên Amerîkayî radestî Îranê kiriye

11:23 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2023

Gumana vê yekê heye ku Rabêrt Malî Nûnerê taybet yê Amerîkayê bo karê Îranê hin belgeyên destebendî kirî yên Amerîkayê radestî rejîma Îranê kiribin.

“Washington Free Beacon” di raporekê de ku roja Çarşemî 4ê Gelawêjê belav kiriye û ragihandiye ku gumana vê yekê heye ku sedema vêdebirina “Rabêrt Malî” Nûnerê taybet yê Amarîkayî bo karê Îranê dana belgeyên destebendî kirî yên Amerkayî ji berpirsên Îranê yan jî alîgirên wan li Amerîkayê re be.

Di vê raporê de amaje bi rapora malpera “Tehran Times” ku di mehên derbasbûyî de belav kiribû hatiye kirin ku ragihandibû “Rabêrt Malî” digel Nûnerên Wezareta Derve ya Îranê û Berpirsên ne fermî yên rejîma Îranê hevdîtin encam daye û digel hin aliyên piştevanê rejîmê yên weke “Tirîta Parisî” jî di pêwendî de bûye.

Herwisa "Washington Free Beacon” bas ji vê yekê kiriye û rengehiye, hevdîtin û dana zanyariyên nihênî ji aliyê “Malî” ve ji “Odeya Êko” yan torek ji alîgirên

rejîma Îranê re ku piştevaniya rêkevtina dewleta “Obama” digel rejîma Îranê dikin heye.

Li meha “Gulan”ê ve heta niha “Rabêrt Malî” weke berê xuya nîne û hatiye ragihandin ku destpêragehiştina wî bi zanyariyên hestiyar yên Wezareta Derve ya Amerîka yê qut bûye .