Kolberê Kurd yê bi navê Hesen Tofîqzade yê temen 65 salî, li ser sînorê Seqizê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên rejîmê hate kuştin.
Li gorî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 4ê Gelawêjê, Kolber Hesen Tofêqzade yê temen 65 salî û xelkê bajêrê Seqizê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê yên li ser sînorê “Bistam” ê ser bi navçeya Serşîwa Seqizê canê xwe ji dest daye.
Navbirî xîzandar û xwediyê du zarokan e.
Di heyama sê mehên destpêka îsal de, aliyê kêm 8 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û 36 jî hatine birîndarkirin; Ku 6 kes ji wan kolberan li ser sînorê Baneyê ji aliyê hêzên rejîmê ve rastî gulereşandinê hatine û cane xwe ji dest dane.