Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

1000 hiktar ji daristanên bajarê Merîwanê li heyama 25 rojan de şewitîn

15:33 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2023

Li heyama 25 rojan de 1000 hiktar ji daristan û çêrîngehên bajarê Merîwanê di agir de hatine şewitandin ku 400 hikatr li heyama 3ê rojan de wate li roja 29ê Pûşperê heta 1ê Gelawêjê di nava agir de şewitîn.

Çalakvanên Jîngehparê li ser vê baweriyê ne ku destê Spaha Pasdaran di vî karî de ye.

Di vê derheqê de Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê pêka zanyariyên çavkaniyek agehdar daye zanîn ku : Agirê herî mezin yên daristanên Merîwanê li roja 29ê Pûşperê li 5 cihên cuda yên vê bajarî destpêkiriye ku Spaha Pasdaran bi awayekî rasterast di vî karî de dest hebûye, û ev agir di 3 rojan de ji aliyê jîngehparêzan ve hat kontirolkirin.

Li agirê roja 29ê Pûşperê heta 1ê Gelawêjê de 5 deverên cuda yên bajarê Merîwanê yên bi navên: Pişt Merîwan “Parka Şine”, girên Xe`îfe pişt gundê Sêf Jûrû, Kanî Mîran, girên Nê, Kanî Pelik nêzî Çavigê hatine şewitandin.

“Kurdpa” pêka gotina çavkaniyek agehdar ragihandiye ku, di wan çend rojan de 4 caran ji aliyê jîngehparêzan ve ew agir hatine kontirolkirin, lê bi çavên xwe dîtine ku hêzên rejîmê bi matoran diçûn û carek din agir berdidane jîngeha Kurdistanê.

Hêjayê gotinê ye ku di heyama rojên derbasbûyî de û li meşa kontirolkirina agir de 10 jîngehparêz birîndar bûne.