Êvariya roja Çarşemî 4ê Gelawêjê, li taxa “Ce`iferabad” a bajarê Kirmaşanê welatiyê bi nave Elî Nezerî yê temen 40 salî, bi gullereşandina hêzên kelanteriya rejîmê canê xwe ji dest da.
Pêka nûçeya Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, “Elî Nezerî” demjimêr 8ê şevê , li taxa “Ce`iferabad” a bajarê Kirmaşanê rastî lipeykevtina hêzên kelanteriya rejîmê tê û hêzên rejîmê navbirî didin ber guleyan û di encamê de çend gulle li ser û singê wî dikevin û canê xwe ji dest dide.
Kurdpa dibêje, ew welaiyê han yê Kurd yê xelkê Kirmaşanê berê di dosyeyekê de bi tohmeta “lêdan û birîndarkirinê” di dadgeha rejîmê de bi dana diyeyê hatibû sizadan.
Termê navbirî ji bo pizîşka dad a rejîmê li Kirmaşanê hatiye veguhastin û heya niha ji malbata wî re nehatiye dan.