Welatiyê bi navê Mihemedhusên Hasilî yê xelkê bajêrê Seravbaxê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîmê ve hat binçavkirin.
Pêka rapora Kurdpayê, roja Çarşemî 4`ê Gelawêjê, welatiyê bi navê Mihemedhusên Hasilî yê xelkê bajêrê Seravbax yê ser bi bajarê Avdananê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastine.
Ev welatiyê han bi bê radestkirina belgeya yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti agahî derbara sedema binçavkirin û tohmetên li ser vî welatiyê Kurd de nehatine bidestxistin.