Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama sersaxiya rêzdar Mistefa Hicrî derheq roja Muheremê

00:00 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2023

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, rêzdar "Mistefa Hicrî", bi hilkefta roja Muheremê peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Îro 6ê Gelawêja sala 1402 a Rojî, beranberê 10ê Muheremê, roja şehîdbûna Îmam Husên e.

Peyrewên Şîe hemû salê di vê rojê de bi lidarxistina merasima şînê, vê rojê bi bîr tînin.

Ez bi vê hilkeftê ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve sersaxiyê dibêjime hemû peyrewên ola Şîe û bi taybetî hevnîştimaniyên me yên Kurdên Şîe li Îranê.

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

6ê Gelawêja 1402 a Rojî