Dadsitaniya rejîma Îranê li bajarê Sehnê, li ser 71 welatiyên Yarsanî ku 4 ji wan jin in biraya dawiyê da.
Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, listeyekî 71 kesî ji peyrewên ola Yarsanî ên xelkê bajarên”Sehne, Kirmaşan, Kerec, Hemedan, Tehran, Qezwîn, Kengawer, Şabad, Qesrê Şîrîn û parêzgeha Merkezî” belav kiriye ku ji aliyê dadstaniya Giştî ya rejîmê li bajarê Sehnê biryara dawî li ser wan hatiye dan.
Taya 1 a Lêpêçîna Dadsitanî ya Giştî û Şoreş ya rejîmê li bajarê Sehnê, bi dadweriya “Meysem Şurçe” dosyeya 2 welatiyên Yarsanî yên bi navên “Seyîd Emîn Ebasî û Newşad Tahirî” bi tohmeta “avakirina band û hewldan bo alozkirina asayîşa giştî” bo dadgehê şandiye.
Herwisa dosyeya “Siyaweş Heyatî” bi tohmeta “avakirina band û hewldan li dijî asayişa giştî û propagende li dijî rejîmê” bo Dadstaniya Giştî û Şoreş ya rejîmê li bajarê Tehranê hatiye şandine.
Herwisa “Hengaw”ê daye zanîn, ku dadgeha rejîmê bi wergirtina wajo û soznameya nivîskî ji 2 welatiyên Yarsanî yên bi navên “Ferhad Zulnûrî û Ferîborz Şaîbrahîmî”, biryara ragirtina lêpirsîna wan daye.
Dadsitaniya rejîmê li bajarê Sehnê, wajo û soznameya nivîskî ji 34 welatiyên din wergirtiye û birayara dawî daye ku careke din bi vê tohmetê neyêne binçavkirin.
Ew 71 welatiyên Yarsanî li roja Înê, 27ê Xezelwera 1401 a Rojî, li 21emîn salvegera terorkirina “Seyîd Xelîl Elînijad” li bajarê Sehnê hatibîne binçavkirin û piştire bi danîna barimteyê bi awayî demkî hatibîne azadkirin.